Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Dibêje Netayahu Wê Serdana Washingtonê Bike


Netanyahu û Trump (Arşîv)
Netanyahu û Trump (Arşîv)

Serokê Amerîka Donald Trump roja Duşemê got ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu wê serdana Washingtonê bike û ew plan dike ku bi Netanyahu re biaxife.

Trump li firoka Air Force One ji rojnamevanan re qala sardana Netanyahu kir, lê dema hevdîtina rûbirû dîyar nekir, lê got ku hevdîtin wê di demeke pir zû de pêk were.

Daxuyanîya Trump di vê demê de tê ku agirbesteke narîn ya 6 hefteyî, ku şerê navbera Îsraîl û Hamasê yê li Gazayê sekinandîye.

Trump herwiha got ku ew dixwaze ku hikûmeta Misirê hin Filîstînîyên ji Gazayê bigire, ku piranîya nifûsa wê jiber operasyonên leşkerî yên Îsraîlê derbider bûne.

Trump, Serokê Misirê Abdulfetah wek heval bi nav kir û got ku xwezî wî jî hinek Filîstînî bigirtana. “Em gelek alîkarîya wan dikin û ez bawer im ku ew dikarin alîkarîya me bikin," Serok Trump got.

Serokê Amerîkî derheqa Filîstînîyên li Gazayê go ku ew dixwaze Filîstînî li devereke ku bê pirgirêk û şoreş û tundîyê bijîn.

Şîroveyên Trump di vê demê de tên ku wî ji Misir û Urdun, ku li başûr û rojhilat bi Îsraîl û deverên Filîstînî yên dagirkirî re hevsînor in,xwestibû ku Filîstîyên li Gazayê qebûl bikin.

Serokê Trump herwiha got ku wî roja Şemîyê bi pêwendîyeke telefonî ji meîlîkê Urdunê Ebdullah heman daxwaz kiriye.

Urdun jixwe mala çend mîlyon Filîstînîyan e û li Misirê jî bi deh hezaran Filîstînî dijîn. Her du welatan di dawîya hefteyê de pêşnîyara Trup bi tundî red kiribûn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG