Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Înê got ku alîkarîya leşkerî ya Amerîkayê ji bo Îsraîlê her tim piştgirîya her du partîyên Komarî û Demokrat hebûye.
Ofîsê diyar kir ku Îsraîl vê alîkarîyê ji bo parastina xwe û rûbirûbûna dijminên ku gefê li Amerîka û welatên Rojavayî dixwin, bikar anîye.
Ev daxuyanî hate çend rojan piştî hilbijartinên nîvdemî li Amerîkayê ku tê de Demokratan serkeftin di herdu civatên Kongresê de misoger kir.
Ofîsa Netanyahu di peyamekê de li ser platforma X'ê got ku "Îsraîl îro xwedî aborîyeke bihêz û aram e." Li gor ofîsê, bi hewldanên Netanyahu û Serok Donald Trump, têkilîyên her du welatan dê ji qonaxa alîkarîyê derbasî qonaxa hevkarîyê bibin.
Peyam bi tomareke vîdyoyî ya hevpeyvîneke kanala Fox News ligel berdevkê ofîsê Doron Spielman jî hatiye parvekirin.
Spielman got ku Netanyahu û Trump dixwazin Îsraîl ji peywendîyên alîkarîyên Amerîkayê derbasî qonaxa hevkarî û weberhênanên hevbeş bikin.
Ev yek weke yekemîn helwesta serokwezîrê Îsraîlê ya li hember daxuyanîya Serokê Trump hat, dema gotibû alîkarîya leşkerî ya Amerîkayê ji bo Îsraîlê dê dawîya 2026'an bi tevahî were rawestandin.
Ofîsa Netanyahu daxuyanîya Serok Trump red nake.