Roja Sêşemê li bajarê New York li bingeha sereke ya Netewên Yekbûyî, serokê Amerîka Donal Trump li Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî peyvek pêşkeş kir, di Peyva xwe de, serok Trump giranî xiste ser nakokiyên bi Îranê re û Çîn jî hişyar kir.
Serok Trump da zanîn ku Îran dixwaze çekê navokî bidest bixe lê "ewê qet rê nedin ku Îran bibe xwedî çekê navokî". Trump got, Amerîka sizayên herî giran xistine ser Îranê jiber wan êrîşên li dij Erebistana Saudî pêkanî bûn, herwiha jiber tevgerîyana wê û rewştên wê yên şerxwazî ewê sizayên girantir bixin ser Îranê.
Trump got Îran, welatê herî li pêşe yê alîgirê terorê li Yemen û Sûryê û balkişan ser êrîşên vê dawiyê yên li ser kargehên Aramco yên petrola Erebistana Saudî.
Di beşekî din yê axiftinên xwe de Donald Trump balkişand ser dojmnakrîya Îranê ya li dijî Îsraîlê û da zanîn ku ew nijadpersitî û dijatîya samiyan ji aliyê Îranê ve û her aliyek din qebûl nakin.
Di beşekî axiftina xwe de Trump behsa têkiliyên bi Çînê rekir û da znaîn ku ew dixwazin bazirganiyek dadwerane li gel Çînê hebe û naxwazin mafê karsaz û welatiyên Amerîkî bihê binpê kirin, herwiha da zanîn ku divê jinûve û bi şêweke bingehîn têkiliyên bazirganî yên bi Çînê re bihên guhertin.
Trump bang li Çînê kir ku rêzê li daxwazên demokratîxwazan bigre"li Hong Kongê".
Di Peyva xwe de herwiha Trump behsa koçberîya ne yasayî û bazirganiya mirovan kir bang li civaka nav netewî kir ku rê li ber van karên nerewa bigrin.
Trump di Peyva xwe de behsa Venezuela jî kir û da zanîn ku rêveberîya Amerîka rewşa wî welatî ji nêz ve dişopîne.
Trump got"Gelê Venzuela yê ku li jêr kabosekê ye, Amerîka Yekgirtî li pişta we ye, û Amerîka alîkarîyên mezin yên mirovatî pêşkeş dike û çavê wan li ser rewşa Venzuela ye, em niha li bendê ne demokratî li wî welatî bicih bibe û Venezuela dê bibe welatek azad".