Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Ewê Beşdarîyê di Bernameya Dîbeytê de Neke


Donald Trump yek ji berbijarên Komariyan yên hilbijartinên seroktîyê yên 2024’an ragihand ku ewê beşdarî bernamayên dîbeytê ya berbijarên Komarî nebe.

Anketeke dawî ya CBS’ê nîşan dide ku 62 ji sedê hilbijarên Komarî dixwazin ku Trump berbijarê wan be.

Hevrikê herî nêz yê Trump, Walîyê Florîda Ron DeSantis e ku li gor anketê 16 ji sedê hilbijêrên Komarî wî dixwazin.

Berbijarên din yên Komarî di anketa CBS’ê de li binê 10 ji sedê man.

Trump ji Truth Social’ê, ku platforma wî ya medyaya civakî ye, raghand ku jiber ku Amerîkî dizanin ku ew kî ye û serokî çiqas jêhatî ye ewê beşdarîyê di bernameyên nîqaşan de neke.

New York Timesê dîyar kir ku pêşkeşvanê berê yê Fox Newsê Tucker Carlson bi Trump re hevpeyvînek kiriye û çaverê ye ku ew roja Çarşemê li ser înternetê were weşandin.

Reuters/Ipsosê bi anketa xwe ya dawî dîyar kiribû ku Trump li seranserê Amerîka 47 ji sedê dengên Komarî distîne û rêjeya DeSantis ji 13 ji sedê ye.

Trump yê 77 salî di navbera 2017 û 2021an de seroktîya Amerîka kiribû.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG