Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Biryara Rastîn Wê di 5'ê Mijdarê de ji Alîyê Gel ve Were Dayîn


Serokê berê yê Amerîka Donald Trump piştî eşkerebûna biryara doza ‘ereyên huşkirinê’ ji rojnamevanan re got ku ev dadgehkirineke derewîn bû ku ji alîyê dadwerekî gendel hate rêvebirin.

"Biryara rastîn wê di 5'ê Mijdarê de ji alîyê Amerîkîyan ve were dayîn jiber ku ew dizanin li vir çi qewimî û her kes jî dizane çi li vir qewimî. Me tiştekî xelet nekir. Ez mirovekî pir masûm im... Ez jibo welatê xwe şer dikim, ez jibo destûra me têkoşînê didim. Niha li tevahîya welatê me sextekarî tê kirin."

Trump: Biryara Rastîn Wê di 5'ê Mijdarê de ji Alîyê Gel ve Were Dayîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:12 0:00

Trump di axaftina xwe de rêvebirîya Biden jî kir armanc ku ew doz jibo berjewendîya xwe bi kar anîye.

"Ev doz ji alîyê rêvebirîya Biden ve hate kirin ku zararê bidin rikeberê sîyasî."

Lê, Berdevkê Ofîsa Şêwirmendîya Qesira Sipî Ian Sams bi daxuyanîyeke kurt bertek da biryara derheqa Trump û got ku ew "rêz li serwerîya hiqûqê digirin" û "ti şîroveyên din nadin."

Serokê Civata Nûneran ya Amerîka Mike Johnson jî biryar şermezar kir û wek rojeke şermezarî ya dîroka Amerîkî bi nav kir.

"Îro di dîroka Amerîkî de rojeke şermezarî ye. Demokrat kêfxweş in ku serokê partîya rikeber bi tawanên bê bingeh mehkûm kirin. Ev karekî xwerû sîyasî ye, ne qanûnî. Karanîna sîstema me ya dadwerîyê mîna çekekî bûye mohra Rêvebirîya Biden û biryara îro delîleke din e ku Demokrat wê her tiştî bixebitînin ku kesên nerazî bê deng bikin û rikeberên xwe yên sîyasî têk bibin. Gelê Amerîkî karanîna hiqûqê ya weke çekekî dibîne û ew dizane ku ew şaş e û xeter e. Serok Trump wê îtîraza vê biryara ne rewa bike û ewê serketî be."

Hêjayî balkişandinê ye ku biryara cezakirinê wê di 11ê Tîrmehê de were kirin ku 4 roj berî kongreya Partîya Komarî ye ku hîngê berbijarê fermî yê seroktîyê tê dîyar kirin.

Trump serokê yekê yê Amerîka bû ku di dadgehe tawanan de hate darizandin û wî bi 34 tawanên sextekirina belgeyên kompanîya xwe hate mehkûm kirin.

XS
SM
MD
LG