Serokê Amerîkayê Donald Trump gotareke rojnameya New York Post parve kir ku dibêje "Trump di şerê dijî Îranê de biserdikeve û bila ser vê rêkê berdewam be."
Trump ev post îro Şemîyê li ser platforma xwe ya Truth Social belav kir.
Desteya edîtorîya New York Post di gotarê de dibêje ku givaştinên leşkerî û aborî yên Washingtonê rewşa Tehranê aloztir kiriye û bang li rêveberîya Trump dike ku siyaseta xwe ya fişarê bidomîne.
Serok Trump bi berdewamî rijd e ku Îran ji hêla leşkerî û aborî ve lawaz bûye, di demekê de ku sizayên nû yên dijî rejîma Tehranê şeş mehan piştî destpêka şer hatin sepandin.