Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Obama Helmetên Dijber ên Hilbijartinan bi Rêve Dibin


Trump û Obama
Trump û Obama

Serokê Amerîka yê komarî Donald Trump û serokê berê yê Demokrat Barak Obama îro Yekşemê berdewam in di helmetên rikeberiyê de berî du rojan ji hilbijartinên Kongress.

Ew bang li alîgirên xwe dikin ku roja Sêşemê biçin ser sandiqên dengdanê.

Trump roja Sêşemê tevlî çi dengdanê nabe lê bal kişandiye ser girîngiya hilbijartinan di siyaset û şêwazê rêvebirina wî de li koşka Sipî.

Dengdarên Amerîkî wê roja Sêşemê 435 endamên Encûmena Niwêneran û sêyek ji 100 endamên Sînato hilbijêrin.

Niha, Komarî koşka Sipî û herdû şaxên Kongresê, Encûmena Niwêneran û Sînato, kontrol dikin, lê şîrovekarên siyasî pêşbîniya wê yekê dikin ku Demokrat di van hilbijartinan de Encûmena Niwêneran kontrol bikin û Sînato bimîne di nav destê Komariyan de bi ciyawaziya 51 li beramber 49an.

Kontrolkirina Demokratan ji şaxeka Kongresê re, renge bi awakî berbiçav bandorê bide ser serok Trump.

XS
SM
MD
LG