Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Gelek Tankerên Petrolê Tên Amerîka Da ku Petrola Me Bikirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Şemîyê ragihand ku hejmareke mezin ji tankerên petrolê yên vala berê xwe dane Amerîkayê ji bo ku petrol û gazê bar bikin.

Trump li ser platforma Truth Social got: "Hejmareke mezin ji tankerên petrolê yên bi tevahî vala, hin ji yên herî mezin ên cîhanê, niha tên Amerîkayê da ku petrol û gaza herî baş a cîhanê bar bikin."

Wî got, "Petrola me ji ya du aborîyên herî mezin ên petrolê li cîhanê bi hev re zêdetir e û bi kalîteyeke çêtir e. Em li benda we ne."

Ev post di demekê de tê ku bazara petrolê ya cîhanî ji ber pirsgirêkên Tengava Hormuzê û kêmbûna dabînkirina petrolê li herêmê di bin givaştinê de ye.

Li gor daneyên bazarê, çend tankerên petrolê yên mezin ên vala ber bi berava Kendava Amerîkayê ve çûne da ku petrola xav bar bikin.

Li gorî Rêveberîya Zanyarîya Enerjîyê ya Amerîkayê, welat di sala 2025 û destpêka 2026'an de berhemdana petrola xav gihandîyeke asteke dîrokî. Bi navînî, nêzîkî 13.5 heta 13.9 mîlyon bermîl petrol di rojekê de tê berhemdan. Ev bir ji hilberîna Rûsya û Erebistana Siûdî bi hev re zêdetir e.

Petrola Amerîkî wekî "şêrîn" û bi kalîte tê zanîn, ji ber ku rêjeya qirêjê tê de kêmtir e û bi şêweyekî hêsantir tê berhemdan. Amerîka niha ne tenê pêdivîyên xwe yên petrolê dabîn dike, lê di heman demê de beşekî mezin ji petrola xav a Kendavê jî derdixe bazarên cîhanî. Tê pêşbînkirin ku di Gulana bê de asta derfirotina petrola Amerîkayî bigihîje 5 mîlyon bermîlan rojane.

This item is part of
XS
SM
MD
LG