Piştî vegera wî bo Amerîkayê, Serok Donald Trump serdana xwe ya du rojî bo Çînê wekî dîrokî binav kir û got ku çend peymanên bazirganî yên "pir baş" hatine îmzekirin.
Trump di firokeya Air Force One de ji rojnamevanan re got, "Me serdaneke bêhempa, demeke pir xweş derbas kir. Serok Xi mirovekî pir baş e; me gelek peymanên bazirganî yên mezin çêkirin."
Trump ragihand ku hikûmeta Çînê razî bûye ku 200 firokeyên Amerîkî ên Boeing bikire. Wî got, "Eger ew firoke baş bixebitin, ku ez bawer im ewê baş bixebitin, Çînê soz daye ku 750 firokeyan ji Amerîkayê bikire.
Serok Trump tekez kir ku wî bi Serokê Çînê Xi Jinping re li ser Taywan û Îranê "gelek nîqaş" kirine.
Trump ji rojnamevanan re got, "Serok Xi şerê serxwebûnê li ser Taywanê naxwaze ji ber ku ewê bibe pevçûnek pir dijwar. Min guh da wî, lê min ti şîrove neda."
Serokê Amerîkayê rûbirûbûneke rasterast di navbera Amerîka û Çînê de li ser Taywanê red kir û piştrast kir ku "têkilîyên me dê pir baş bin."
Trump got ku ewê di demek nêzîk de biryarekê li ser firotina çekan bo Taywanê bide.
Serok Trump û şanda wî ya ji karbidestên hikûmetê û karsazan roja Çarşemê, 13'ê Gulanê, ji bo serdaneke fermî gihîştin Beijing û ligel karbidestên Çînî li ser mijarên bazirganî, enerjî, metalên hêja, teknolojî û siyasî gelek civînên lidar xistin.