Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump di Peyva Sertêşa Nivêja Niştîmanî da Pelosî Û Romney Rexne Kirin


Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka di peyva salane ya sertêşa Roja Nivêja Niştîmanî ya Amerîkyan da li Washington peyvek pêşkeş kir.

Trump di peyva xwe da, bal kişand ser karên ku di deam desthilata wî de hatine kirin, û pesina aborîya niha ya Amerîka da.

Di beşekî axiftinên xwe da Trump êrîşî ser seroka Kongresa Amerîkî Nancy Pelosi û Senatorê Komarî Mitt Romney kir.

Di merasîma Roja Nivêja Niştîmanî de, ku endamên herdu partîyan beşdar dibin got"Ez hez ji wan kesan nakim yên ku mezhebgeriya xwe bo tiştekî bikar tînin ku ew dixzanin ew di şaşin jî. Herwiha ez hez ji wan kesan jî nakim yên dibêjin bo xatira te dê nivêjê kem, herçend ew dizanin ku tiştek nerast dikin".

Donald Trump serokê Amerîka, roja Çarşemê di dengdan û rûniştina dawiyê ya prosesa dagehkirina wî da bo Împîçkirinê ji aliyê Civata Senatorên Amerîkî da bêtawan hat bû derxistin û ji dadgeh serkeftê derket.

Senatorê Komarî Mitt Romney endamê tekane yê Komarî bo ku li dij Trump deng dabû, her ev bû sedem ku êro serê sibê Romney bo armanca twîteke serok Trump û got ew siyasek neserkeftîye..

Herihwa di dema pêşekşkirina Peyva rewşa yekîtîya welat (State of the union) da, ya şeva Sêşemê, serok Trump destê xwe nedabû Nancey Pelosi, seroka kongresa Amerîkî, piştî ku Trump Peyva xwe bi dawî anî bû, Pelosî jî, kopiyek ji naveroka peyva Trump li pêş çavên herkesî çirand.

XS
SM
MD
LG