Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Pêşbîniyên Kêm ji Kombûna Li Gel Putin Dike


Serokê Amerîka Donald Trump dibêje “tiştekî ne baş nabe… renge hin başî” ji kombûna roja Duşemê li gel serokê Rûsya Vladimir Putin encam bide.

Trump di hevpeyvînekê de li gel tilfizyona CBS roja Şemiyê pêşbîniyên kêm ji kombûnê kirin û got ew bi pêşbîniyên bilind naçe kombûnê.

Trump got ew bawer e sûde ji kombûnên wiha heye û “kombûna li gel serok Kim tiştekî baş bû.”

Wî got:

“Tiştekî xerab ji kombûnê dernakeve, û renge tiştekî baş jê derkeve.”

Trump her wiha dibêje wî hizir nekiriye daxwazê ji Putin bike ku bidehan Rûsiyên hatî tawanbarkirin bi destêwerdana di hilbijartinên Amerîka de radestî Amerîka bike, lê got ew dê bêguman pirsa destêwerdanê bike.

XS
SM
MD
LG