Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Putin Daxuyaniyeka Hevbeş li Dor Sûriyê Belav Dikin


Serokên Amerîka û Rûsya di daxuyaniyeka hevbeş de erêkir ku çi çareseriyên leşkerî li Sûriyê nabin.

Donald Trump û Vladimir Putin ev daxuyanî erêkir di demekê de ku herdû serkirde beşdar dibin di kombûna Hevrêziya Abûrî ya Asya Pasîfîk (APEC) de li Vietnamê.

Berpirsên Rûsî got Putin û Trump bi hev re axivîn berî tevlêbîna merasîmên girtina wêneyeka bikom li gel serkirdeyên APECê.

Di daxuyaniyê de, serkirdeyan pêwîstiya jinavbirina gurûpa Daişê dubare kir û erêkir ku”kar bikin ji bo vekirina kenalên leşkerî di navbera şarezayên herdû welatan de, ji bo piştrastkirina parastina hêzên Amerîka û Rûsya,” û her wiha dorketina ji rûdanên metirsîdar di navbera wan de dema ku şerê Daişê dikin.

Trump û Putin dupat kir li ser pêgiriya bi serweriya serxwebûna Sûriyê û bang li hemî aliyan kir ku piroseya Ginêvê bikar bînin ji bo dîtina çareseriyekê.

Daxuyanî ji aliyê wezareta derve ya Rûsya ve hate belavkirin.

Wezaretê got reşnivîsa daxuyaniyê ji aliyê şarezayên Rûsî û Amerîkî ve hatibû nivîsandin û hevrêzî di vê derbarê de bû di navbera wezîrên derve yên herdû welatan Sergei Lavrov û Rex Tillerson.

XS
SM
MD
LG