Serokê Amerîka Donald Trump, roja Çarşemê bang li rêberên Demokart û Komariyan dike û wan vedixwîne Qesra Spî bo danûnstendinên li ser civîna ku bi navê "Ewlekariya Sinor" hatiye destnîşan kirin.
Herçende ev 12 rojin beşekî hikûmeta fedral girtîye, lê dîsan serok Trump bang li rêberên Demokrat û Komariyan yên Kongresê dike jibo pirsa girtina beşekî hikûmetê û ewlekariya sinoran gotûbêj bikin.
Tê çaverê kirin ku Mitchell McConnell Rêberê piraniyan di Senatê de, di civînê de amade bibe, lê heta niha ne zelale kanê rêberê kemaniyên senatê Chuck Schumer û Nancy Pelosi seroka destnîşankirî ya Encûmena Nûneran dê di civînê de made bibin yan na.
Serok Trump di vê civîne de hewil dide ku mercên girtina beşekî hikûmetê bihên hilandin û pirsa çewaniya vekirina hikûmetê bihê goûbêj kirin.
Lê berî ku Demokrat roja Pêncşemê kontrola Encûmena Nûneran bikin, tê çaverê kirin ku, Nancey Pelosi bibe seroka Encûmenê û hin derdanên beşên girtî yên hikûmetê bihên erê kirin, lê pirsa ewlekariya sinor û avakirina dîwar dê dirêjtir bikêşe.