Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Em ji Îro Qudsê Weke Paytexta Îsrailê Dipejirîn In


Serokê Amerîka Donald Trump, Dec.6, 2017
Serokê Amerîka Donald Trump, Dec.6, 2017

Serokê Amerîka Donald Trump, roja Çarşemê, di peyveke taybet de ragihand ku, Amerîka Qudsê weke paytexta fermî ya Îsrailê dipejirîne û ewê daxwaz ji wezareta derve ya Amerîka bike ku, balyozxana Amerîka ji Tel Avîv veguhêzin Qudsê, ev yek dê bi şêweke lezgîn bi encam bibe.

Trump di Peyva xwe de, naskirina Qudsê weke paytexta Îsrailê, bi pêngavek paşda mayî niraxand û got pêwîst bû jibo aştiyê ev yek zûtir hatbaye kirin.

Trump herwiha got, Washington pêgiriyê bi çareseriya herdu dewletan dike ya ku hemû alî liser rêkfetîn, dîsan daxwaz kir ku, rewşa bajarê Qudsê bihê parastin û piroziyên bajar weke xwe bimînin.

XS
SM
MD
LG