Li gorî dezgeha Axios, tê çaverêkirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşema bê li kêleka civînên Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê bi serok welatên Kendavê re bicive da ku gavên girêdayî girjîyên bi Îranê re gotûbêj bikin.
Li gorî sê çavkanîyên ku derbarê civînê agehdar in, civîn dê li ser planên stratejîya piştî şer a Amerîkayê raweste, di demekê de ku Trump û tîma wî li ser planeke ji bo qonaxa"demên piştî" şer û pevçûnan kar dikin, ku tê çaverêkirin plan piştî hilbijartinên nîvdem (Midterm) ên Mijdarê bidawî bibe.
Çavkanîyê destnîşan kir ku civîn dikare were berfirehkirin da ku serokên din ên Ereb û Misilman jî tê de beşdar bibin.
Li alîyek din, çavkanîyeke Îsraîlî ji Axios re got ku, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî dixwaze li New Yorkê bi Trump re bicive, lê ji bo hevdîtineke di navbera wan de ti dem nehatiye destnîşankirin,
Par, di civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, Trump bi serokên heşt welatên Ereb û Misilman re civiya û projeyek bo plana xwe ya aştîyê li Xezayê pêşkêşî wan kiribû.