Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dixwaze Rûsya Vegere Nav Koma G7


Serokê Amerîka Donald Trump got ew dixwaze ku Rûsya jinûve li koma G7 vegere.

Trump li Qesra Sipî dema bacên nû yên gumrikê radigihandin ser wê komê dîyar kir ku derxistina Moskowê şaşîyek e.

‘’Ez pir dixwazim ku ew li komê vegerin. Li gor min derxistina wan şaşîyek bû.’’

Trump got ku ew qala hezkirin yan heznekirina Moskowê nake, lê ew bi tenê ser G8 dipeyîve.

Wî dîyar kir ku li gor nêrîna wî Serokê Rûsya Vladimir Putin jî dixwaze li komê vegere.

Rûsya piştî sala 2014’an Qirim ya Ukrayna dagir kir ji komê hat dûr xistin ku kom wê demê wek G8 dihat zanîn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG