Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibe ku Proseya Împîçkirina Turmp Îro Şemîyê Bi Dawî Bibe


Daniştinên sînatoya Amerîka li dor împîçkirina duyem a serokê berê Donald Trump renge îro Şemîyê bi dawî bibin û pêşbînîya wê yekê nabe ku sînato Trump gunehkar bike.

Trump yekem serokê Amerîka ye ku du caran doza împîçkirina wî dibe û eger hat û sînato ew gunehbar dît, ew dê were qedexekirina ji wergirtina her posteke fermî.

Lê gunehbarkirina wî ne pêşbîn e, ji ber ku divê herî kêm 17 komarî tevlî demokratan bibin da ku împîçkirin biçe serî. Ji nav sed sînatorên Amerîka, pêwsîtî bi 67 dengan heye ji bo erêkirina împîçkirinê.

Tenê 6 sînatorên komarî erê kir ku proseya împîçkirinê li sînatoyê dest pê bike. Komarîyên din red kir ku prose dest pê bike, ji ber ku ew dibêjin destûr rê nade kongrêsê ku serokekî ji ser desthilatê çûyî împîç bike.

Sînato dê îro Şemîyê demjimêr 10 beyanî careke din kom bibe û renge dengdana dawî ya împîçkirinê piştî nîvro bibe.

XS
SM
MD
LG