Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî Dê Bihayê 110 Mîliyar Dolaran Çekan ji Amerîka Bikire


Şah Salman bin Abdulaziz Al Saud (R) û Serokê Amerîka Donald Trump (Ç) peymana ewlekarîyê Îmze dikin.
Şah Salman bin Abdulaziz Al Saud (R) û Serokê Amerîka Donald Trump (Ç) peymana ewlekarîyê Îmze dikin.

Di roja yekê ya serdana şanda Amerîkî bi serokatiya Donald Trump de, bo Erebistana Saudî, peymanên hevkarîya leşkerî hatin îmze kirin, li gûr peymana nû dê Erebistana Saudî bihayê 110 Mîliyar doalaran çekan ji Amerîka bikire.

Li gûr daxweyaniya wezareta derve ya Amerîka peyman û hevkariya leşkerî û xizmetên leşkerî, dê ewlekarîya Eredistana Saudî û welatên kendavê jibo demek dirêj ji gefên Îranê biparêze.

Li gûr peymana leşkerî ku, Erebistiana Saudî dê çekê ji Amerîka bikire û ev peyman û hevkarîya nû dê di Pênc waran de be, ji wana: ewlekarîya sinoran, şerê lidij terorê, ewlekarîya deryayî û peravan, pêşxistina hêzên esmanî û berevaniya esmanî û rokêtan.

Ev seredana yekê ya serok Trump e, jibo dervey welat, ewê du rojan li Erebistana Saudî bimîne û gelek peymanên din di warê abûrî, teknolojî û leşkerî de îmze bikin.

Piştî peymana leşkerî di navbera serok Trump û şahê Erebistana Saudî şah Selman de hat îmzekirin, wezîrên derve yê Amerîka Rex Tillerson û hevpîşeyê wî yê Saudî Adel bin Ahmed Al-Jubeir, di prêskonferansekê de amdae bûn, heta amadekirina vê nivîsê prêskonferans ya berdewam bû, herdu wezîran bersiva pirsên rojnamevanan dida.

XS
SM
MD
LG