Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Serok Trump Û Platformên Medya Civakî


Piştî ku serokê Amerîka Donald Trump di twîteka xwe ya roja Çarşemê da, jiber ku rojek berê rêveberîya twîterê aykona"Fact-check" danî bû ser hin twîtên wî, gef li paltformên mediya civakî xwar bûn û got bû ewê wan bigire yan tedbîrekê bistînin.

Roja Pêncçemê Donald Trump biryarnameya li dij kompanî û platformên mediya civakî îmza kir û di dema îmza kirinê da got"Ez niha jibo piştevaniya mafê azadiya ramanê ya gelê Amerîkî biryarnameyê îmza dikim. Niha paltformên mediya civakî yên mezin weke Twitterê mertalekî berpirsyarî li hember xwe danîn ku ti carî weha nebûye, li ser bingrha tiyorîya ku bêalîne."

Wezîrê Dadê William Barr jî di merasîma îmzakirinê da amadebû ûgot ku kompanîyên medya civakî wek ‘’weşanger’’ tevdigerin.

Duberiyên di nava Îdara serok Trump û platformên mediya civakî pirsgiêkek nû û kevine, demek dirêje tên dom kirin, despêka vê duberiyê di dema kempeynên hilbijartinên serokatiya Amerîka yên 2016an da, bi şêweke zelal destpêkir bû.

Sirwan kajjo Rojnamevan- Washington
Sirwan kajjo Rojnamevan- Washington


Herwiha pirsgirêka grûba Komariyan piştî 2019an ya bi navê "Lincloin Project" hat ava kirin, dîsan gilîyên wan hebû, destpêka wan Gulanê ji platformên mediya civakî bi taybet ji rêveberîya Twitter û Facebookê xwest bûn ku rêgiriyê li gef û rexneyên ji aliyê Trump ve arasteyî wan û lîderên wan tê kirin rawestînin.

Bernama "Hello Washington" li ser van aloziyan rawestiya û mêvandariya Sîrawan Qiçço Rojnamevan li Washington û Dilşad Osman pisporê platformên mediya civakî û ewlekariya li ser Înternêtê ji Washington kir.

Her du mêvan di bernamê da, li ser bandor û aloziyên di nava Îdara serok Trump û platformên mediya civakî di hilbijartin û dîmokratiya Amerîka nêrînên xwe anîn ziman, û balkişand ser rolê kempeynên "Ads" yên paltformên mediya civakî û çawaniya bikar anîna wan, herwih behsa yasaya Simth Mundt kir kanê dikare bihê bikar anîn jibo ku bi şêweke yasayî Ads yên mediya civakî bi dadwerane û bê sextekarî bihên bikar anîn.

Pêşî Rojnamevan Sîrwan Qiçço got"ji dema ku berî zêdetir ji 3 salan serok Trump hat ser desthilatê, ne tenê derbarê mediya civakî, belkî têkiliyên wî bi mediyayê ra, bi şêweke giştî nebaşin û peywendiyek dojminatî heye,bi taybet wan dezgehên mediyayî yên rexnê li serok Trump digirin."

Dilşad Osman - Pisporê Platformên Mediya Civakî- Washington
Dilşad Osman - Pisporê Platformên Mediya Civakî- Washington


Herwiha derbarê pirsa eger weha be dê bandora platformên mediya civakî li ser hilbijartinên 2020ê yên serokatiya Amerîka çi be?

Osman got "Çar sal in, ez jibo vê armancê bi kompaniyekê ra kar dikim, ku li ser vê baş kar dikin, kanê Facebook, Twitter û Google jî, dê çawan şên rê li hember dest xistina nava hilbijartinên 2020ê yên serokatiya Amerîka girin, di vî warî da baş kar dikin, lê divê em wê jî bizanin ku yên karê weha dikin, dewletin, dewletên mezinin, parê wan heye û teknîkên nû bikar tînin jibo bandore li ser encamên hilbijartinên 2020ê bikin."

Hello Washington 29 05 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:56 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG