Berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt dibêje ewê gotara salane ya Serok Donald Trump îro Sêşemê bi giranî li ser rewşa aborî ya Amerîkayê û malbatên karker be.
Leavitt gotareke kanala Fox News li ser platforma X'ê belav kir ku tê de hatiye gotin Serok Trump dê mijara aborî xala serekî ya gotara wî ya salane li pêş Kongresa Amerîkayî be.
Li gor raporta Fox News, dê hinek mêvanên ji malbatên karker jî di dema pêşkêşkirina gotarê de amade bibin.
Biryar e Serok Trump gotara xwe ya salane demjimêr 9’ê êvarî bi dema Washington pêşkêş bike. Ev gotar ku bi navê Rewşa Yekîtîyê (State of the Union) tê zanîn, salane ji alîyê serokê Amerîkayê ve li pêş herdu civatên Kongresa Amerîkayî tê pêşkêşkirin.
Raporta Fox News herwiha dibêje, tê çaverêkirin ku Serok Trump hinek hejmar û daneyên derbarê pêşveçûna aborî di sala yekê ya rêvebirîya xwe de bîne ziman.
“Di salekê de, Serok Trump welatê me ji ber bobelatê vegerand, û ewê bi duristî ragihîne ku Rewşa Yekîtîye Me bihêz, geş û rêzgirtî ye,” Leavitt ji Fox News re got.