Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Şemîyê peywendîyeke telefonî ligel Serokwezîrê Brîtanyayê Kier Starmer pêk anî.
Ofîsa Serokwezîrê Brîtanyayê di daxuyanîyekê de ragihand ku herdu rêberan behsa hewlên dawîanîna şerê Îranê kir.
Ofîsê herwiha got ku Starmer di peywendîya ligel Serok Trump de pêşwazî li pêşketina danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de kir û girîngîya pêkanîna aştîyeke mayînde tekez kir.
Serokwezîrê Brîtanyayê got ku welatê wî amade ye ku piştgirî bide cîbicîkirina her rêkeftineke aştîyê û ligel hevparên navnetewî bo serketina wê kar bike. Herdu rêberan li hev kir ku divê azadîya keştîvanîyê were vegerandin da ku bandorên aborî li ser asta cîhanî sivik bibin.
Heta dema amadekirina vê nûçeyê, Koşka Sipî ti daxuyanî derbarê axaftina Trump û Starmer belav nekiribû.
Biryar e Trump û Starmer hefteya bê di çarçoveya hilcivîna G-7 li Fransayê hevdu bibînin.