Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bersivdanek Bo Trump: Brîtanya Dibêje Dewleta Îslamê Hêjî Xeter E


Roja Çarşemê Britanya derbarê biryara serokê Amerîka Donald Trump de ya vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê got "Dewleta Îslamê DIAŞ dê xeter bimîne eger ku, tu erd jî di dest de nemîne". Ev reaksyona Britanya weke bersivekê hat li ser biryara Trump dema di twîtekê de, Çarşemê got bû "DAIŞ li Sûriyê hatiye têk birin".

Wezareta derve ya Britanya daxuyaniyek weşand tê de dibêje, dem ku Amerîka dest bi vekişîna hêzên xwe kirîye ji Sûriyê "hêjî gelek kar maye ku bihê kirin, divê em xeteriya heyî li pêş çav bigrîn". DAIŞ eger ku erd jî di dest de nemîne ewê dîsan weke metirsî bimîne.

Ajansa Reuters dide zanîn ku, daxuyanîya Brîtanya dîsan dibêje, weke çawan Amerîka jî gotiye, guherînên li Sûriyê çê dibin, nayê wateya ku dawî li hevpeymaniya navnetewî ya li dij DAIŞ hatîye. Ewê hevakrî û karkirin di nava welatên hevpeyman de dom bikin, bi armanca ku DAIŞ weke xeter nemîne.

XS
SM
MD
LG