Washington —
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî Serokê Sûrîyê Ehmed el Şeri li wir danîye.
Di konferanseke rojnamevanî li Koşka Sipî de îro Înê, Trump di bersiva nûçegihanê televizyona Rûdawê de got ku Serokê Sûrîyê "karekî bêhempa dike. Ew kesekî tund e, ne firîşte ye, heta firîşte jî nikarin wê bikin, lê Sûrîyê bi rastî dibe yekbûyî."
"Heta niha ew ji bo Kurdan gelekî baş bûye," Serok Trump derbarê el Şeri got.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio berî çend rojan li dema Konferansa Ewlekarîyê ya Munichê got ku Serok Trump du caran ligel serokê Sûrîyê axivîbû ji bo ku êrîşên dijî Kurdên Rojava rawestîne.