Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Baca Gumrikê bi Rêjeya 15% Bilind Dike

Serok Donald Trump roja Şemîyê ragihand ku ewê baca gumrikê li ser kelûpelên tên nav Amerîkayê ji 10% bo 15% zêde bike.

Serok Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Social got ku biryar dê "demûdest dikeve warê cîbicîkirinê."

Trump got ku piştî lêkolîneke baldar li ser biryara roja Înê, rêvebirîya wî biryar da ku baca gumrikê bigihîne ji sedî 15, ku "bi tevahî destûr tê dayîn û bi awayekî qanûnî hatiye ceribandin."

Koşka Sipî di daxuyanîyekê de got: "Rêvebirîya Trump dê bacên nû yên qanûnî destnîşan bike û ferz bike ku prosesa me ya serkeftî ya Amerîkayê Dîsa Mezin Bike bidomîne - ji her demê mezintir."

Dadgeha Bilind a Amerîkayê roja Înê biryar da ku IEEPA (Qanûna Desthilata Aborî ya Awarte ya Navnetewî) rê nade serok bacên gumrikê ferz bike.

Serok Trump piştî biryara dadgehê di konferanseke rojnamevanî de got ku ew bi wê biryarê nerazî ye û da zanîn: "Tiştê baş ew e ku wekî Serokê Amerîkayê rêbaz, şêwaz qanûn û hêzên din ên hene ku Dadgeh û Kongresê nas kirine û ji Qanûna Baca Gumrikê ya IEEPA bihêztir in."

Piştî wê biryarê, Nûnertîya Bazirganîya Amerîkayê ragihand ku "Bikaranîna Serok Trump ya Qanûna Desthilata Awarte ya Aborî ya Navneteweyî amûreke pêwîst û guncav bû ji bo çareserkirina pirsgirêkên mezin ên ku li derveyî Amerîkayê derdikevin, di nav de krîza fentanyl, koçberî û kêmasîyên bazirganîyê."

XS
SM
MD
LG