Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump bo Cara Duyem Serdana Wîlayeta Têksasê Dike Piştî Bahozê


Serokê Amerîka Donald Trump îro Şemiyê gihîşte bajarê Hiyûstin ê wîlayeta Têksasê, cihê ku bahoza Harvey rû da, di çarçoweya serdana rojekê de, piştî ku daxwaza 8 milyar dolar ji Kongirêsê kir ji bo alîkariya hewlên ku li wir birêve diçin.

Serok li gel hevjîna xwe Melania, dê ziyan û rewşa herêmê bişopîne û li gel rûniştvan û xwebexşan biaxive, ku di serdana xwe ya berê de nekir û ji ber wê rastî rexneyan hat.

Di encama bahozê Hervey de bi kêmanî 50 kesî jiyana xwe ji dest da û milyonek kes bêşûnûwar bûn.

Karbidestên herêma Hiyûstin doh înê got 156,000 mal rastî ziyanê hatin.

Zanyarê keş û hewayê Jeff Lindner got navçeya Kilîr Girîk a ku derdora 50 li başûrê rojhilata bajarê Hiyûstinê ye ew rastî barana herî zêde hat ku rêjeya 120 sanîmetir bû.

XS
SM
MD
LG