Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê di amadebûna Serokê Fransa Emmanuel Macron de got ku ew hêvîdar e ku şerê Rûsya û Ukrayna ber bi dawîbûnê nêzîk dibe
"Wiha dixuye ku em pir nêzîkî dawîkirina şer dibin. Dibe ku Zelenskyy vê heftê yan jî dema pêş de serdana Washington bike ku peymanê îmza bike,” Trump di destpêka hevdîtina bi Macron re ji rojnamevanan re got.
Serok Trump herwiha got ku ew bawer dike Serokê Rûsya Vladimir Putin wê hêzên aştîparêzên Ewrupî yên li Ukrayna qebûl bike ku aştîyê biparêzin.
Kremlin demûdest bersîva gotinên Trump neda, lê Putin pir caran dijî hêzên Rojavayî yên li ser sînorên Rûsyayê nerazîbûn nîşan dabû. Serokê Rûsî gotibû ku hêzên Ewrupî û Amerîkî yên li Ukrayna wê jibo wan bibin pirsgirêkeke mezin ya ewlekarîyê.
Trump geşbînîya xwe dîyar kir ku şer di nav çend hefteyan de bi dawî bibe. Trump herwiha got ku Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy wê di demeke nêzîk de were Washingtonê ku peymana madenên giranbûha yên kêmdîtî îmza bike ku 180 mîlyar dolar alîkarîyên Amerîkî yên ji destpêka şer vir ve vegerîne.
Trump û Macron berê roja Duşemê beşdarî civîneke onlaynî de bi rêberên hevbendên G-7 bûn ku rojeva wê dawîkirina şerê Ukrayna bû.
Jêder: AP