Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Rûsya û Ukrayna li Ser Agirbesta Enerjîyê li Hev Kir

Serokê Amerîkayê, Donald Trump, roja Yekşemê ragihand ku Ukrayna û Rûsya li ser tiştê ku wî bi “agirbesta di sektora enerjîyê de” binav kir, gihîştine lihevkirinê.

Serok Trump di peyamekê de li ser platforma Truth Social got ku ev agirbest dê bi awayekî yekser dest pê bike, lê hûrgulîyên zêdetir derbarê vê lihevkirinê de nedan.

Trump di dawîya peyama xwe de got, "herdu alîyan li ser vê yekê li hev kirine. Ji kerema xwe vê peymanê neşikînin. Spas."

Zelenskyy gote malpera Axios ya Amerîkî, "Ev ragihandina agirbestê ji bo min nûçe bû. Lê heke Rûsya razî be ku êrîşên li ser bingehên enerjîyê rawestîne, Ukrayna jî dê razî be. Heke Trump li dor vê yekê bi Putin re li hev kiriye, bila me agahdar bikin kengê dê dest pê bike. Em amade ne û em wê qebûl dikin."

Zelenskyy di peyamekê de li ser X'ê diyar kir ku wî bi Serokwezîrê Kenedayê Mark Carney, Serokê Finlendayê Alexander Stubb û Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte re axivî û wan li ser agirbesta enerjîyê ya ku Donald Trump ragihand, gotûbêj kir.

Zelenskyy got, "Ukrayna piştgirîyê dide agirbestê û girîng e ku Rûsya jî wê piştgirî bike. Em li benda hûrgulîyên ji alîyê Amerîkayê ve ne. Ji alîyê me ve, Ukrayna herdem bi tevahî piştgirîyê dide her gavên ku girjîyê kêm dikin, jiyanan diparêzin û rê li ber biryarên ku şer bi dawî dikin û aştîya domdar pêk tînin."

This item is part of
XS
SM
MD
LG