Serokê Amerîka Donald Trump radigihîne ku divê Amerîka di warê hişberîya çêkirî (AI ) de pêşengê cîhanê be, dema ku wî fîkarên ser pêşveçûna bilez ya teknolojîya AI wek pir ne girîng nirxand.
Daxuyanîya serokê Amerîka di demeke de tê, piştî ku hin rêberên pêşengên pîşesaziya AI’yê bi armanca peydakirina parastin û ewlehîyê banga hêdîkirina pêşveçûnan kiribûn.
Trump roja Yekşemê ji rojnamevanan re got ku Amerîka di warê AI’yê de “li pêşîya Çînê ye” û ew dixwaze Amerîka bibe pêşengê cîhanê, "jiber ku yê ku di warê AI’yê de bi ser bikeve, ewê bi ser bikeve."
“Em dikarin hin tedbîrên parastînê bigrên, em dikarin vê yekê yan wê yekê bikin, lê bi yan mîn gelek hêzên neyînî hene ku mijarên ku divê nexîn rojevê, tînên rojevê û behsa tiştên ku ewê pêk neyên, dikin,” Trump got.
"Em ji xwe li ser van kompanîyan xwedî hêzeke pir mezin ya Cezayî û Rêziknameyî ne! Dijî AI û Navendên Daneyan komployeke pir xirab tê meşandin , û tenê Çîn ji vê yekê kêfxweş e.”
Dibe ku AI di nav mijarên hevdîtina Trump û serokê Çînê Xi Jinping de be, dema ku Trump di dawîya vê mehê de li Washingtonê mazûvanîya wî bike.
Berdevikê wezareta derve ya Çînê Guo Jiakun îro di preskonferansekî de got ku divê pêşxistina AI’yê bi awayekî vekirî û ku bi beşdarbûna hemû alîyan were kirin.
"Belavkirina gotarên cûrbecûr yên gefxwarinê û ketina nava pevçûn û pêşbazîya kîndar, ewê tenê pêvajoya cîhanî ya rêvebirina AI têk bibe û xizmeta berjewendîya ti kesî neke," wî got.
Daxuyanîyên karbidestên Amerîkî û Çînî piştî nameyeke vekirî ya ji raya giştî re hatin, ya ku Dario Amodei, serokê kompanîya pir mezin ya AI ya Amerîkî Anthropic, roja Şemîyê weşand.
Amodei di wê nameyê de ragihand ku ev teknolojî xeterîyên mezin bi xwe re tîne, ku "xeterîya windakirina kontrola li ser sîstemên AI, di êrîşên sîber û biyoterorîzmê bikaranîna şaş ya AI’yê, û têkçûna cidî ya aborî," jî di nav de ne.
Amodei got ku ger Çîn di pêşxistina AI’yê de bibe pêşeng, ev yek ewê “jibo Amerîka û cîhanê xeterîyeke pir mezin” be.
Wî rêzek pîvan pêşnîyar kir û got ku ew dikarin hem pêşengîya Amerîkayê di AI’yê de biparêzin û hem jî jibo sivikkirina xeterîyên ewlehîyê yên pêkan bibin alîkar.
Serokê Anthropicê bang kir ku firotina çîpên AI yên bihêz û amûrên din ji Çînê re were qedexe kirin. Wî herwiha daxwaz kir ku ewlekarîya kompanîyên AI’yê were xûrt kirin da ku pêşî li dizîya pêkan ya milkê rewşenbîrî were girtin.
Amodei herwiha got ku divê kompanîyên AI yên Amerîkî rê bidin pisporên serbixwe ku sîstemên wan kontrol bikin da ku xeterîyên pêkan yên ewlehîyê werin şopandin.
Wî herwiha jibo pêşxistina AI’yeke ewle û bi hevdemî parastina pêşengîya Amerîkayê li hember pişesaziya AI ya Çînê, banga hevkarîya bi welatên demokratîk yên din re kir.
Sam Altman, serokê kompanîyeke din ya pêşeng ya Amerîkî ya AI bi navê OpenAI, pêşwazîya pêşnîyarên Amodei kir.
Altman bal kişand ku “hêdîkirina” pêşvebirinê nayê wateya ku pêşvebirina AI’yê were rawestandin û got ku pêşîgirtina li encamên neyînî yên giran ewê hêjayî vê yekê be.
Altman serê sibêha îro Duşemê li ser X’ê wiha got:
"Ti zexta pêşbazîyê ya Amerîka divê bêhişmendîyê rewa neke, yan jî rê bide ku kanînên AI’yê bikevin pêşîya hevsengî û çavderîyê,"