Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku hikûmeta Kubayê di alozîyeke mezin de ye û dibe ku Amerîka bi awayekî "dostane” destê xwe deyîne ser wî welatî.
Serok Trump îro înê li Koşka Sipî ji rojnamevanan re got: "Hikûmeta Kubayê bi me re di danûstandinan de ye. Wekî hûn dizanin, ew di alozîyeke mezin de ye. Niha ne pere û ne jî tiştekî wan heye."
Trump du caran li ser hev got, "Dibe ku em bi awayekî dostane dest deyînin ser Kubayê."
Serok herwiha got, "Demeke dirêje em serederîyê bi Kubayê re dibin. Ji zarokatîya xwe ve, ez her derbarê Kubayê dibihîzim. Lê ew di alozîyên mezin de ne."
Trump herwih da zanîn ku "Ez hizir dikim ku ev yek dê bibe tiştekî erênî ji bo xelkê Kubayê ewên hatine derxistin û li vir dijîn. Wekî hûn dizanin, kes hene li vir dijîn û dixwazin vegerin Kubayê, û dilxweş in bi ev ya ku çêdibe."