Serok Donald Trump roja Înê got ku Amerîka bi hezaran welatîyan ji Rojhilata Navîn vediguhêze, li vê dema ku operasyonên leşkerî li dijî rejîma Îranê dikevin roja xwe ya heftan.
Di peyamekê de li ser Truth Social, Trump got ku valakirin "bi bêdengî, lê bêkêmasî tên kirin", û pesnê Wezareta Derve û Wezîr Marco Rubio da ji bo pêşengîya hewildanan.
Wezaretê Derve roja Înê ragihand ku nêzîkî 24,000 welatîyên Amerîkayî bi ewlekarî ji herêmê vegerîyane Amerîkayê ji 28'ê Sibatê ve, roja ku operasyonên leşkerî yên hevbeş di navbera Amerîka û Îsraîlê de destpê kirin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de got ku hejmar gelek Amerîkîyên nagire, ewên bi ewlehî hatine veguhestin bo welatên din an jî yên ku ji Rojhilata Navîn derketine lê hîn jî vedigerin.
Wezaretê got, bi rêya tîma wê ya ku 24 demjimêran li ser valakirinan dixebite, wê rasterast alîkarîya nêzîkî 13,000 Amerîkî li derveyî welêt kiriye, rênimayên ewlehîyê û alîkarîya rêwîtiyê pêşkêş kiriye.
Rêvebirîya Trump got ku geştên din firînê dê di rojên pêş de pêk werin, "gava ku şert û mercên ewlehîyê destûrê bidin."
Geştên bazirganî niha ji Bahreyn, Qeter û Kuweytê peyda nabin, li dema ku Firokxaneya Ben Gurion ya Tel Avîvê roja Pêncşemê ji bo geştên sînordar vebû.