Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Divê Îran Ala Sipî Hilde

Serok Trump li Koşka Sipî. 5'ê Gulanê, 2026.
Serok Trump li Koşka Sipî. 5'ê Gulanê, 2026.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê got ku divê Îran "ala sipî ya radestbûnê hilde" û da zanîn ku şiyanên leşkerî yên Îranê nemane.

Trump li Koşka Sipî ji rojnamevanan re got ku tevî daxuyanîyên giştî yên dijî pêkanîna peymanê, Îran bi rîya kanalên taybet dixwaze ku rêkeftinek pêk were.

"Ew lîstikan dilîzin, lê bila ji were bêjim, ew dixwazin bigihêjin peymanekê. Ma kî naxwaze dema ku artêşa wan bi tevahî têk çûye?" Serok Trump got.

Serokê Amerîkî herwiha pesnê dorpêça Amerîkayê li ser benderên Îran da û got: "Kes nikare li dijî dorpêçê derkeve. Ez bawer dikim ew baş diçe."

Dema ji Trump hate pirsîn ka çi wekî binpêkirina agirbestê ji alîyê Îranê ve tê hejmartin, wî got: "Hûnê bibînin ji ber ku ezê ji we re bêjim ... Ew dizanin divê çi nekin."

Trump got ku "divê Îran ala sipî ya radestbûnê hilde."

This item is part of
XS
SM
MD
LG