Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Yekşemê ragihand ku danûstandkarên Amerîkî dê roja Duşemê êvarî biçin paytexta Pakistanê da ku gotûbêjan ligel Îranê bidomînin.
Trump di postekê de li ser platforma Truth Social got: "Em peymaneke dadmend û maqûl pêşkêşî (Îranê) dikin. Ez hêvî dikim ew wê qebûl bikin. Çûnkî, eger qebûl nekin, Amerîka dê her navendeke elektrîkê û her pirekê li Îranê hilweşîne."
Serokê Amerîkayî di posta xwe de got ku Îranê biryar da ku roja Şemîyê bi guleyan li Tengava Hormuzê biteqîne.
"Ev binpêkirineke tevahî ya rêkeftina me ya agirbestê ye. Gelek ji (wan guleyan) ber bi keştîyeke Fransî û keştîyeke bar a Brîtanyayê hatin avêtin. Ev ne tiştekî baş bû, ma ne wisa?" Trump got.
Serok Trump herwiha diyar kir ku "Îranê di van demên dawî de ragihand ku ew Tengavê digirin, Ev tiştekî xerîb e, ji ber ku jixwe dorpêça me ew girt. Bêyî ku hayê wan jê hebe, ew alîkarîya me dikin. Ew in yên ku bi girtina (tengavê) rojane 500 milyon dolaran winda dikin. Amerîka tiştekî winda nake."
Serokê Amerîkayê got ku bi saya kiryarên Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC), niha gelek keştîyên petrolê diçin wîlayetên Amerîkayê wekî Teksas, Louisiana û Alaska, da ku petrola Amerîkî bar bikin û bibin bazarên cîhanê.
Derbarê wêrankirina binesazîya Îranê, Serok Trump got ku eger Îranê rêkeftinekê neke, ewê "Cihê rûmeta min be ku ez wî tiştekî bikim ku divîyabû serokên din (ên Amerîkayê) kiriba."
"Dem hatiye ku makîneya kuştinê ya Îranê were rawestandin," Trump got.
Agirbesta du hefteyî ya di navbera Amerîka û Îranê de roja Çarşemê, 22'ê Nîsanê, bidawî dibe.