Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Ew ji Danûstandinên ligel Îranê Ne Gelekî Razî ye

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Înê got ku ew ji pêşveçûna danûstandinên navokî yên ligel Îranê "ne pir dilxweş e."

Berî ku ber bi Teksasê ve biçe, Trump li Koşka Sipî ji rojnamevanan re got ku ew dixwaze bi Komara Îslamî ya Îranê re bigihêje rêkeftinekê, lê tekez kir ku divê Tehran çekên navokî bidest nexe.

Dema ku jê pirsîn gelo rîsk heye ku êrîşek li ser Îranê bibe pevçûneke demdirêj li Rojhilata Navîn, Trump got: "Herdem rîsk heye û dema şer hebe rîska her tiştî heye, baştir be an jî xirabtir."

Serokê Amerîkayî herwiha got: "Eger ew bi rastî û nîyetên baş danûstandinan bikin dê pir baş be, lê ewê vê nekin."

XS
SM
MD
LG