Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê got ku dibe ku danûstandinên nû di navbera Amerîka û Îranê de "di nav du rojên bê de pêk werin."
Di hevpeyvîneke telefonî de ligel rojnameya The New York Post, Trump destpêkê diyar kiribû ku danûstandinên rasterast ji bo bidawîkirina şer li cihekî li Ewrupayê pêk werin.
Lê li gor rojnameyê, Trump careke din telefona wan kir û got ku gotûbêjên herdu welatan dê li paytexta Pakistanê Îslamabad cih bigirin.
Serokê Amerîkî ji New York Post re got ku fermandarê artêşa Pakistanê General Asim Munîr karekî baş ji bo hêsankirina gera duwem ya danûstandinan dike.
Pakistan roja Şemîyê mêvandarîya danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de kir, lê ew kombûn bê encam bidawî bûn.