Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Îraneke bi Çekên Navokî ne Tenê bo Rojhilata Navîn, lê bo Amerîkayê jî Gefek bû

Serokê Amerîkayê Donald Trump di gotarekê de li Washingtonê roja Çarşemê êvarê got tiştê ku divê ew bikin ew bû ku penceşêrê [Rejîma Îranê] ji holê rakin. Wî got, "Divabû Komara Îslamî ya bi çekên navokî bihata tunekirin. Û niha em bi tevahî wêran dikin."

Wî got ku Îraneke bi çekên navokî ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, lê di heman demê de ji bo Amerîkayê jî gef bû.

Trump şerê bi rejîma Îranê re wekî "operasyoneke leşkerî", "sefera dojehê" û "cihekî tirsnak" bi nav kir.

Wî got ku diviyabû di 47 salên borî de tiştek li ser Komara Îslamî ya Îranê bihata kirin û "divê serokên berê yên Amjerîkayê tiştek kiribana.

"Gelek ji wan digotin ku ew dixwazin bikin lê ew ne ewqas wêrek bûn. Çareyek wan tunebû. Min digot qey ew ê xirabtir bibe, min digot qey bihayên enerjî û petrolê dê bilindtir bibin, min digot qey bazara borsayê dê hinekî din dakeve. Lê ew girîng nebûn. Ev tiştên demkurt in. pêwîst bû em penceşêrê bibirin.”

Wî rexne li “nûçeyên sexte” yên medyayê kir û got, "Heke hûn guh bidin nûçeyan, hûn bêjin ku em di şerê li dijî rejîma Îranê de şikestine. Ev di demekê de tê ku Amerîka mijûlî wêrankirina Komara Îslamî ye."

Trump got ku hêza deryayî ya Komara Îslamî wêran bûye.

"Min got divê em tiştekî li ser [Komara Îslamî] Îranê bikin ji ber ku ew ê di demek nêzîk de çekên navokî hebin û ew dîn in. Ew dîn in. Wan hişê xwe winda kirine û divê em rê li wan bigirin," Trump got.

Trump anî ziman ku Amerîkayê neçar ma ku Komara Îslamî rawestîne û heke Komara Îslamî çekên navokî bi dest xistibana, ew ê ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, lê di heman demê de ji bo Amerîkayê jî gefek bûya.

XS
SM
MD
LG