Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Îran Êdî li Têkçûnê Mikur Tê

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Pêncşemê ragihand ku rejîma Îranê êdî mikur tê ku ew di warê leşkerî de têk çûye.

Di civînekê de ligel Kabîneya xwe li Koşka Sipî, Trump got rejîma Îranê niha danûstandinê ligel Amerîkayê dike ji ber ku ew têk çûye.

Serok Trump diyar kir ku Amerîka dikarîbû di sê hefteyên operasyona dijî Îranê de, hêzên deryayî û şiyanên rejîma Îranê yên berhemdana mûşek û dronan hilweşîne.

Trump doh Çarşemê got ku Îraneke bi çekên navokî ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, lê di heman demê de ji bo Amerîkayê jî gef bû.

Wî şerê bi rejîma Îranê re wekî "operasyoneke leşkerî", "sefera dojehê" û "cihekî tirsnak" binav kir û got ku diviyabû di 47 salên borî de tiştek li ser Komara Îslamî ya Îranê bihata kirin û "divê serokên berê yên Amerîkayê tiştek kiribana.

XS
SM
MD
LG