Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Sepandina Baca %50 li ser Kelûpelên Kanadayê Paşxist

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî sepandina bacên gumrikê yên bi rêjeya 50% li ser kelûpelên Kanadayê ji bo sê rojan paşxist.

Wî da zanîn ku biryar bû ev bac îro Çarşemê bên cîbicîkirin, lê her du welatan li ser rêkeftinekê li hev kirine.

Trump duh roja Sêşemê dereng li ser platforma Truth Social nivîsand: "Min sepandina bacên %50 li ser Kanadayê, ji bo 3 rojan rawestand, li ser bingeha wê rastiyê ku Kanada û Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê, li benda dawîkirina belgeyan in, ku li ser Rêkeftinekê li hev bikin!"

Baca nû li ser berhemên wek şîremenî (Spiyatî), vexwarinên alkohlê û navmalîyê di nav xwe de dihewîne, ku bihayê wan dike nêzîkî 5% ji bihayê giştî yê sala borî yê hawirdekirina Amerîkayê ji Kanadayê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG