Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Dibe ku Serpereştîya Amerîka li Venezuela bi Salan Dirêj Bike


Serokê Amerîkî Donald Trump nîşan daye ku serpereştîya Amerîkayê bo Venezuelayê dibe ku çend salan dirêj bike. Ev yek di demekê de tê piştî girtina dîktatorê wî welatî Nicolas Maduro ji alîyê hêzên Amerîkî ve.

Di hevpeyvîneke berfireh de ligel rojnameya New York Times ku roja Çarşemê belav bû, Trump got ku "dê bi demê re xuya bike" ka ew Amerîka çiqasî serpereştîya Venezuelayê bike.

Dema ji Trump hate pirsîn ka gelo wê ew serpereştî çend mehan yan salekê yan bêhtir dirêj bike, wî got "ez dibêjim dê bêhtir be."

Serokê Amerîkî got ku desthilatdarên demkî ku niha Venezuelayê birêve dibin her tiştê ku em hest dikin pêwîst e didin me. Wî soz da ku wî welatî bi şêweyekî pir qezencdar ji nû ve ava bike.

"Emê neftê bikar bînin û emê neftê bibin. Em nirxên neftê kêm dikin û emê pereyan bidin Venezuelayê, ji ber ku ew zêde pêdîvî ne," wî da zanîn.

Wexteke zûtir vê hefteyê, Trump ragihand ku dê Venezuela di navbera 30 bo 50 milyon bermîlên neftê bide Amerîka da ku bi nirxên bazarê werin firotin û sûdê bigihînin gelê Venezuela û Amerîkayê.

XS
SM
MD
LG