Washington —
Karbidestekî Koşka Sipî îro Pêncşemê ji Dengê Amerîka re got ku "hemû bijare" derbarê rejîma Îranê li ser maseya Serokê Amerîkî Donald Trump in.
Ev axaftin hatin piştî ku kanala Fox News ragihand ku Serok Turmp bijareyeke leşkerî wergirtîye ji bo zêdekirina êrîşên li dijî rejîma Îranê.
Raporta Fox News herwiha behsa wê yekê kir ku Çînê bi qasî milyonan dolar çek di dema şer de firotine Îranê.
Koşka Sipî ji Dengê Amerîka re got hîn jî bijare li ser maseyê ne, bêyî ku ti hûrgilîyan bide ka ew bijareyên li ber destê Serok Trump çi ne.