Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku hêzên Amerîkî wê di şeva îro de êrîşên giran li ser Îranê pêk bîne.
Wî di peyameke nû a di Truth Social de weşandî got ku "gelek ji hêzên berevanîyê û kapasîteyên leşkerî yên Îranê hatine lawaz kirin."
Trump got em ê li "Hêzên Deryayî, Esmanî, Radar, Dij-Balafir û hemû cureyên din ên Parastinê, digel piraniya şiyana wê ya êrîşkirinê bixin. "
Trump her weha got "Di demek nêzîk de, em ê Girava Xarg û xalên din ên binesaziya petrolê bigirin û kontrola tevahî ya bazarên wan ên Petrol û Gazê bigirin destê xwe, mîna ku me bi Venezuelayê re kiriye, ku hem ji bo Venezuelayê û hem jî ji bo Amerîkayê pir baş bûye."
Li gorî Trump, armanc ew e ku zext li ser Tehranê zêde bibe û kontrola bazara petrol û gazê ya Îranê were asteng kirin. Daxuyanîya wî di nav şert û mercên ku tengezarîya navbera Amerîkayê û Îranê zêde bûye de hat.