Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Komîteya Aştiyê Derbarê Çekê Hemasê û Grûpên Din li Xezayê Gihîştin Rêkeftinek Dîrokî

Serokê Amerîkayê Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump êvarîya roja Pêncşemê di peyameke taybet a di Truth Social de ragihand ku “Komîteya Aştiyê gihîşt rêkeftineke Dîrokî ji bo bêçekkrina Hemasê û hemû komên çekdar ên din li Xezayê. Ev gaveke girîng e ber bi aştî û ewlehîyek mayînde ve.”

Trump got, “Ev rêkeftin gaveke girîng e ber bi wê yekê ve ku Xeza di dawiyê de ji aliyê hikûmeteke nû ya Filistînî ve were birêvebirin ku dê bi Komîteya Aştiyê re ji nêz ve bixebite da ku alîkariya gelê Filistînê bike. Di heman demê de, Îsraîl dê ewlehiya ku heq dike bi dest bixe, û Xeza êdî wekî baregehek ji bo êrîşên terorê neyê bikar anîn.”

Di peyama Serok Trump de tê gotin ku rêkeftin li gor plana wî (Donald Trump) ya pêkhatî ji 20 xalan bi encam bûye. Û plan dê di qonaxên giring de, ku bi baldarî hatine avakirin dê were pêkanîn.

Li gor rêkeftinê, dema ku çareserîya çekên hemasê û grûpên din tê kirin, hêzên Îsraîlî dê ji Xezayê vekişin, û “Hêza Navneteweyî ya Aramîyê dê bi hêzeke nû a polîsên Filistînî re bixebite da ku berpirsiyariya ewlehiya Xezayê bigire ser xwe.”

Serok Trump di peyama xwe de dîsan got, “Salek berê şerekî dijwar, krîzeke mirovî û rehîne di dîlgirtina hovane de hebûn. Me pêşketineke dîrokî çêkiriye û hîn jî gelek kar heye ku were kirin.”

Li dawîya peyama xwe, Serok Trump got, “Ez dixwazim spasiya navbeynkaran - Misir, Qeter û Tirkiyê - ji bo hewildanên wan ên girîng, û bi taybetî jî tîma min a çalak bikim, ku xebata wan a bêwestan ev serkeftina dîrokî pêkanî.”

Serok Trump got'Êdî dê destûr neyê dayîn ku gefên weke ya 7ê Cotmehê ji Xezayê derkevin”!

Li gorî vê peymanê, Xeza di dawiyê de dê di destê hikûmeteke nû ya Filistînî de be ku xizmeta Gelê xwe bike.

Trump got, “Ji bo her kesî pîozbe ev pêşkeftina bikêrhatî ku kesekî bawer nedikir dê bi encam bibe.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG