Serokê Amerîkayê Donald Trump, û Xanima yekê Melania Trump, roja Çarşemê li Joint Base Andrews li Marylandê serokê Çînê Xi Jinping û xanima wî Peng Liyuan pêşwazî kirin.
Xi û Peng ji balafirê daketin û ji aliyê Trump û Melania ve hatin pêşwazîkirin. Di merasîma pêşwaziyê de, Xi destegul ji zarokekî wergirt û Trump jî bi endamên heyeta Çînê re silav û bixêrhatin li wan kirin.
Piştî merasîmê, Trump û Xi bi hev re meşiyan û li ser mijarên hilcivînê û serdana sê rojî bi hev re axivîn. Di wê demê de, hêzên esmanî yên Amerîkayê li esmanê bingeha leşkerî parêzvanî dikir.
Her du serok sibê li Washington li Koşka Spî dê bi hevre bicivîn, ev serdan weke serdaneke dîrokî ya du hêzên herî mezin yên cîhanê tê binav kirin.
Serdana Xi bo Amerîkayê dê sê rojan vekêşe û gelek mijarên weke, têkilîyên dualî yên her du dewletan, pirsa Taiwanê, pirsa Enerjî, teknolojî, hişberîya çêkirî, têkiliyên çandin û bazirganiyê bihên gotûbêj kirin.
Serdana Xi di demekê de pêk tê ku têkiliyên Washington û Pekînê li ser gelek mijarên siyasî û aborî li ser astê cîhanê giring tên dîtin.