Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump û Serokê Çînê Xi Jinping li Koşka Spî Civîn Pêkanî

US President Donald Trump and China's President Xi Jinping meet at the White House in Washington, D.C.
US President Donald Trump and China's President Xi Jinping meet at the White House in Washington, D.C.

Serok Trump li Koşka Spî li Washington roja Pêncşemê pêşwazî li Serokê Çînê Xi Jinping kir.

Serok Trump got biryarên ku em dê bi Serok Xi re bidin dê aştî û ewlehiya demdirêj bi xwe re bînin.

Serok Donald Trump herwiha derbarê mijarên ku dê bi Xi re gotûbêj bike axivî û wî got ku Hişmendîya Çêkirî dê mijarek giring be di gotûbêjên di navbera her du welatan de.

Serok Trump berî bi serok Xi re li Koşka Spî bicive dîmenên firoke û gihiştina Xi Jinping û pêşwazîya bi heybet di hesaba xwe ya Truth Social de weşand.

Li alîyek din, Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Pêncşemê 24ê Îlonê, li ser Truth Social nivîsand: "Xi xurt, geş û saxlem xuya dike."

Serok Trump got doh di firokeyê de ez bi serok Xi re axivîm ew di rewşek baş û geş de bû.

Serok Trump her wiha pesnê jina serokê Çînê, Peng Liyuan jî da û wî got, "Xanim Xi Jinping bê guman rind û xweşik bû.

Di posteke din de, Serok Trump nivîsand ku Hişmendiya Çêkirî dê yek ji mijarên sereke be ku ew ê îro bi serokê Çînê re gotûbêj bike.

Çavdêr bawer dikin ku mijara Taiwan û Îranê dê di nav mijarên herî girîng ên di navbera her du welatan de be. Hin senator Çînê tawanbar dikin ku di dema êrîşên xwe yên li ser bingehên Amerîkayê li Rojhilata Navîn de wêneyên cih û çalakîyên Amerîkayê dide Îranê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG