Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dê bi Xi re Serdana Arşîva Niştîmanî ya Amerîkayê Bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping li Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping li Washington DC

Serokê Amerîkayê Donald Trump dê piştî civîna xwe ya bi serokê Çînê Xi Jinping re, roja Înê, bi serokê Çînê Xi Jinping re serdana Arşîva Niştîmanî ya Amerîkayê bike.

Tê pêşbînîkirin ku di vê serdanê de herdu alî li ser dîroka û paşeroja têkiliyên Washington û Pekînê rawestin.

Trump got ku di Arşîva Neteweyî de ew ê hin belge û berhemên girîng ên dîroka Amerîkayê, di nav de Danezana Serxwebûnê, Destûra Amerîkayê û (Bill of Rights), dê werin temaşekirin. Ew herwiha li ser dîroka têkiliyên çandî û bazirganiyê di navbera her du welatan; Amerîka û Çînê de rawestiya.

Civîna fermî ya roja Pêncşemê li Koşka Sipî di navbera serokên herdu dewletên mezin de pêkhat, lê ti encam û hurgilîyên civînê nehatin ragihandin.

Trump dîsa jî behsa pêşketinên di bazirganîya dualî de kir û got ku gihîştina berhemê cotkar û ajeldarîya Amerîkî bo bazarên Çînê baştir bûye. Her du serokan herwiha Hişberîya Çêkirî (AI) wekî qadeke hevkariyê destnîşan kirin.

Mijara Taywanê di civînê de yek ji mijarên herî girîng bû. Çîn, Taywanê wekî beşek ji axa xwe dibîne û Xi ji Washingtonê dixwaze li dijî serxwebûna Taywanê helwestek zelaltir nîşan bide û firotina çekan bo giravê kêm bike.

Çavdêr dibêjin ku Pirsa têkilîyên Amerîka bi Taywanê re û yên Çînê bi Îranê re dê mijara herî giring û hestiyar be di civînên herdu serokan de.

This item is part of
XS
SM
MD
LG