Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro li Washingtonê dibe mêvanê Serokê Amerîka Donald Trump ku peymaneke derbarê madenên giranbuha yê welatê xwe peymaneke bi Amerka re îmza bike.
Peymana ku di rojên dawîn de hatibû gotûbêj kirin wê dewlemendîya madenî yên mezin yên Ukraynî ji Amerîka re vedike, lê garantîyên ewlehî yên Amerîkî yên eşkere jibo Ukrayna nagire ku ew jî jibo Kîevê xemeke mezin e.
Trump dibêje ku hebûna Amerîkîyan di sektora madenkarîyê de wê rengekî garantîyê be.
Zelenskyy, ku di dema rêvebirîya Joe Biden de bi mîlyaran dolarên alîkarîya Amerîkî wergirtibû û çek û piştgirîya moralî ji hildigirt.
Lê, Kîev niha ji rûbirûyê helwesteke cûda ya tund ji Serok Trump e ku dixwaze şerê sê salan bi lezûbezî biqedîne, têkilîyên bi Rûsyayê re baştir bike û bi mîlyaran ku jibo piştgirîkirina Ukrayna hatine xerc kirin, vegerîne.
Trump di mijara ewlehîya Ewrupî de jî helwêsteke pir ji Biden cihêtir nîşan dide ku ew jî li seranserî Ewrupa matmayîbûneke kûr vedaye.
Bi vê rewşa nû tirs li Kîev û di nav hevbendên wê de zindî bûye ku ew dikare bi neçarî peymaneke aştîyê be ku di berjewendîya Rûsyayê de be.