Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Îro Wek Serokê 45'an bi Fermî Sond Dixwe


Karsazê mîlyarder Donald Trump ku di hilbijrtinên meha Mijdarê de serketî bûbû, îro Înê bi fermi sond dixwe û dibe serokê 45’an ya Amerîka.

Çaverê ye ku sondxwarina fermi dora 12’yê nîvro ya Washingtonê anku 8ê êvarê ya bi dema Amedê pêk were.

Trump do Pêncşemê li ser roja merasîma fermi got ku ew roj dê bibe rojeke xweş û gêş. Wî soz da ku ewê welêt nêzîkî hev bike û Amerîka jibo herkes careke din bike welatekî hêzdar.

Berdevkê Trump, Sean Spicer got ku ji paşnîvroya roja Înê pê veewê dest bi kar bikin û pêşî fermanên rêvebir yên Serok Barack Obama pûç bikin. Wî îdia kir ku bi fermanên rêvebir yên nû, Trump wê guhertinên rastîn bîne Amerîka.

Cîgirê hilbijartî yê Serok Mike Pence jî got ku Trump ji roja yekê amade ye ku xizmeta gelê Amerîka bike.

XS
SM
MD
LG