Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Amerîkî: Serok Trump Posta Berpirsekî Bilind Jê Distîne


Li gor medya Amerîkî serok Donald Trump posta Steve Bannon berpirsê siyaseta Stretejî yê Konseya Ewlekarîya Niştîmanî jê stend.

Hin ji yasa danerên Amerîkî ku serborek dirêj ligel siyaseta derve ya Amerîkî heye dabûn zanîn ku, Steve Bannon jiber siyaseta wî ya rastrewî jibo wî wezîfey û posta weha giring û hesas dest nade.

Steve Bannon dema berpirsê saziyên mediyayî bû, kesekî rastger yê radîkal dihat naskirin.

Stevin Bannon di jiyê 63 salê de ye, ew xwediyê bawernama mastere derbarê Karsaziyê ji zanîngeha Harvard.

Di navbera salên 1976 heta 1983an efser bû di nava hêzên deryayî yên Amerîka de, paşî di warê karsaziyê de kar kirîye, şûnde buye xwediyê saziyên ragihandinê.

Serok Trump biryar daye du kesên din vegerîne nava konseya ewlekariya Niştîmanî ew jî Dan Costin serokê saziya Îstîxbarata Amerîkî û serleşker Joseph F. Dunford serok erkanên leşkerê Amerîkî, dîsan biryar daye, Tom Bossert şêwirmendê qesra spî jibo ewlekariya navxwe pileya wî kêm bike.

XS
SM
MD
LG