Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump li Daweta Kurê Xwe Amade Nabe

Britain's King Charles and Queen Camilla in the United States for state visit
Britain's King Charles and Queen Camilla in the United States for state visit

Serokê Amerîka Donald Trump di peyamekê de li ser platforma Truth Social îro Înê got, ku tevî xwesteka min ya xurt a beşdarbûna daweta kurê min Donald Trump Jr. û desgirtîya wî Bettina, lê ji ber rewşa peywendîdar bi karê hikûmetê û berpirsîyarîyên min li hember Amerîka, ez nikarim beşdarî şahîyê bibim.

Serok Trump di peyamê de nivîsand ku "di vê dema girîng û hestîyar de, bi girîng dibîne ku li Washington û Koşka Sipî bimînim û herwiha kur û desgirtîya wî pîroz dikim."

Biryar e ku Donald Trump Jr. di dawîya hefteyê, Roja cejna Bîranîna Şervanên Dêrin (Memorial Day) de li Bahamas ê ahengê bike.

Donald Trump Jr. yê 48 salî, kurê mezinê serok e. hevjînîya wî ya yekem di sala 2005an de li Florida, bi modela Amerîkî Vanessa Haydon re bû, û pênc zarokên wan hene.

Desgirtîya wî ya nû, Bettina Anderson, modelek a 39 salî ye ji malbateke navdare di kertê Bankî ya devera Palm Beach de.

This item is part of
XS
SM
MD
LG