Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Bang li Çînê Kir ku Hember Biden Lêpirsînê Veke


Serokê Amerîka Donald Trump îro Pêncşemê bang li Çînê kir ku hember hevrikê wî yê Demokrat Joe Biden lêpirsînekê veke.

Trump ji peyamhinêran re got ku bi bawerîya wî divê Çîn û Ukrayna derheqa Joe Biden û kurê wî yê karsaz, Hunter Biden lêpirsîn vekin.

“Divê Çîn dest bi lêpirsîneke dijî Joe Biden û lawê wî veke jiber ku tiştên ku li Çînê qewimîne bi qasî yên Ukrayna xirab in,” Trump got.

Wek bersîva pirsekê ku wî ji Serokê Çînê Xi Jinping daxwaza lêpirsînekê kiriye, Trump got ku wî hîn ew daxwaz nekiriye Iê ew dkikarin dest bi hizira wê yekê bikin.

Banga Trump ya Çînê di vê demê de tê ku peywendîyên dualî di demeke xirab de derbaz dibin û Washington û Pekîn dijî hevdu şerê bazirganî dimeşînin.

Trump di axaftina telefonê ya bi Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskiy de ji wî xwestibû ku derheqa Joe Biden û kurê wî lêpirsînê bike.

Demokrat bawer dikin ku divê hember Trump lêpirsîn were vekirin jiber ku ew karê xwe jibo qezencên şexsî bi kar anîye û di hilbijartina Amerîkî de alîkarîya dewleteke bîyanî xwestiye.

XS
SM
MD
LG