Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehkirina Trump ya Bo Împîçkirinê Îro Destpê Dike


Darizandina serokê berê yê Donald Trump ya bo împîçkirinê îro Sêşemê li Civata Senatoran ya Amerîka destpê dike.

Trump bi teşwîqkirina êrîşa dijî avahîya Kongresa Amerîka ya ji alîyê komek alîgirên wî ya di 6'ê Rêbendanê de tê tawanbar kirin.

Dadgehkirina duyê ya dîrokî bi nîqaşên gelo împîçkirina serokekî berê, li gor qanûna bingehîne yan na, vedibe.

Dadgeha li Civata Civata Senatoran di dîroka Amerîkayê de tenê darizandina çaran ya serokekî ye.

Lê, bi berevajîya hemî kesên din Trump tekane serok e ku ji hêla Civata Nûneran ve du caran hate împîç kirin.

Hevdem, Trump tenê serokê berê ye ku bi darizandina Civata Civata Senatoran rûbirû ye.

Parêzerên Trump plan dikin ku îro dadgehkirinê bi pirsa gelo qanûna bingehin ya Amerîka destûrê dide Civata Civata Senatoran ku kesekî piştî ku seroktîya wî bi dawî be împîç bike, vekin.

Piranîya Komarîyên Civata Civata Senatoran berevanîya wê gotarê dikin.

Ew îda dikin ku li Civata Senatoranya bi 100 endamî de Demokrat ewê nekaribin piranîya du ya ji sêyan ku bi biryara împîçkirina Trump pêdivî ye, bi dest bixin.

Demokrat û gelek pisporên hiqûqî şîroveya Komarîyan ya ser qanûna bingehîn red dikin.

Tê pêşbînî kirin ku Demokratên Civata Civata Senatoran êwe di dengdana îro Sêşemê ya li ser qanûna bingehîn de bi ser bikevin.

Hewildaneke jibo astengkirina dadgehkirina Trump ya bi heman sedeman meha borî (ji 100 dengên giştî 55 deng) hatibû pûç kirin.

Komek ji neh rêvebirên împîçkirinê yên Demokratên Civata Nûnerên Kongresa Amerîka wê dozê bimeşînin.

Ew Trump tawanbar dikin ku bi derewa sextekarîya di hilbijartina seroktîyê de tundîtûjî teşwîq kiriye û bi wî awayî xiyanete li Amerîka û qanûna bingehîn kiriye.

Rêvebirên împîçkirinê di destpêka vê mehê de ragihanibû ku Civata Nûneran serok Trump jiber ku wî bi dilxwazî li dijî hikûmetê serîrakirineke tund li dar xistiye, împîç kir.

Ewê di dema darizandinê de bibêjin ku bi armanca guhertina hindakirina xwe ya hilbijartinê Trump hin alîgirên teşwîq kiriye ku ew ewlehîya Kongresê hilweşînên da ku rûniştina bo pejirandina seroktîya Joe Biden bidin rawestandin.

Jibo cezakirina Trump piranîya du ji sêyan ya li Civata Civata Senatoran hewce dike. Niha, Civata Senatoran di navbera 50 Komarî û 50 Demokratan de dabeşkirî ye.

Jiber ku hejmarên kursîyên her du partîyan jî li Civata Civata Senatoran wekhev in, bo cezakirina Trump bilî tevahîya 50 Demokratan, divê 17 Civata Senatorên Komarî dengên erênî bidin.

Li ber e roja Çarşemê, dozgerî û parastin ewê ser bingeh û naveroka tawanbarîyê biaxifin.

Di dema darizandina 4 rojan de, bi tevahî 32 saetên wan hene ku gotarên xwe pêşkeş bikin.

Dibe ku pêvajo bi armanca dem hebe ku Civata Senatoranr bikaribin ji her du alîyan jî pirsan bikin, bêtir were dirêj kirin.

Hevdem, tîma parastina Trump ewê gotara ku wî dema ku bang li alîgirên xwe kiriye ku bo guhertina encama hilbijartinê 'şer bikin'mafê xweyê azadê ya axaftinê bikar anîye jî pêşkeş bike.

Parêzerên wî di belgeyeke pêşdarizanê de ragihandibû ku Trump di wateyeke mecazî diaxifî.

"Di axaftina wî de ti gotineke yan teşwîqkirina serîrakirineke, kiryareke tawankarî yan jî ti kiryarên tundîtûjîya fîzîkî ya taybet û berbiçav tûnebû," wan got.

10 Komarîyên Civata Nûneran, di nav wan de Liz Cheney, endamê serkirdatîya Partîya Komarî jî hebû, di dengdana împîçkirina meha borî de dengên erenî bi kar anîbûn.

Pispor bal dikşînin ku peyvajoya împîçkirina Trump dikare di derbarê siberoja Partîya Komarî de jî hin nîşanên pêşbînîyan derxîne hole jiber ku di navbera alîgirên Trump û yên ku dixwazin partî ber bi alîyekî nû ve here, parçebûneke tund heye.

XS
SM
MD
LG